
Meclisa Sûriya demokrarîk MSD û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyên cûda teqîna ku duh li Minbicê pêk hat, şermezar kirin.
Aliyan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê şer bikin.
Meclisa Sûriya demokrarîk MSD’ê û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyên cuda teqîna ku duh li Minbicê pêk hat, şermezar kirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de wiha got:
Careke din çeteyên DAIŞ`ê di êrîşa xwekuj de terora xwe diyar kir û Minbica ewle kir hedef.
Hevalbendiya me bi Koalîsyona Navndewletî re encamên baş li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûrî anî.
Divê ev hevalbendî berfireh bibe.
Em baş dizanin ku tunekirina çeteyên DAIŞ erkeke welatparêziyê û Sûrî ye.
Di heman demê de ewlehiya herêmê û cîhanê mîsoger dike.
MSD’ê teqez kir ku ew ê heta dawiyê ji bo tunekirina ÇETEYÊN DAIŞ û komên girêdayî wan tê bikoşin.
Dawiya daxuyaniyê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê sersaxî ji tevahî gelên Sûriyê re û ji bo malbatên şehîdên ku di teqîna xwekuj de şehîd bûne xwest.
Her wiha sersaxî ji gelê Emerîkayê re xwest û soz da ku ew û erka xwe ji bo tunekirina DAIŞ`ê pêk bînin.
MECLISA RÊVEBER A RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ:
EM DAIŞ Û HEVALBENDA WÊ TIRKIYÊ ŞERMEZAR DIKIN
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrîş şermezar kir û wiha got:
“Em êrîşa hovane ku ji aliyê hêzên tarî yên DAIŞ’ê û hevalbenda wê rejîma Tirkiyê ya faşîst ve hate kirin, şermezar dikin û sersaxî ji gel, hêzên xwe, malbatên şehîdan û gelê Emerîkayê û hêzên koalîsyonê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”
Meclisa Rêveber teqez kir ku têkoşîna hêzên wan ya li dijî terorê bi hemû rêbazan berdewam e.