Artêşa Îsraîlê deverine leşkerî li gundewarê Şam û Colanê kirin armanc

Artêşa Îsraîlê hinek deverên leşkerî li gundewarê Şam û Colanê kirin armanc..

Artêşa Îsraîlî bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên wan ên şer êrîş birin ser deverine leşkerî li Sûriyê.

Li gorî daxuyaniyê, pergalên komkirina agahiyên istixbaratî, betariyên dij-balafiran û baregehine leşkerî hatine armanckirin.

Ragihandina hikumeta Şamê jî diyar kir ku parastina asmanî ya hêzên hikumetê karîbû rê li ber van êrîşan bigire.

Ji aliyê xwe ve jî, Çavdêriya Sûrî ev êrîş piştrast kir û ragihand ku dengê teqînine mezin li herêma Tel el-Ehmer li gundewarê Quneytirayê hat bihîstin.

Back to top button