Rêveberiya Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ragihand ku bi biryara Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr, derî bi temamî hate girtin.
Rêveberê Têkiliyan a Deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed got:
“Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr ê li aliyê Başûrê Kurdistanê, deriyê Sêmalkayê girt.”
Duh, Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku roja Sêşem û Pêncşemê ji bo kesên pasaportên Iraqî (Dihok) hildigirin, dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.
Çarşemê jî ji bo kesên pasportên Iraqî (Hewlêr-Silêmaniyê) hildigirin, hatibû destnîşankirin.
Jixwe ev demek ji ber tedbîrên Coronayê, ji bilî rewşên awarte, çûnûhatin di deriyê sînor re sekinî ye.