Şervanên Ermen û Azerî, peyameke hevbeş û yekgirtî ji Rojavayê Kurdistanê da wan hewldanan

Du şervanên ku welatên wan dijminên hev in, li Rojava bûne yek..

Şervanên Eermen û Azerî yên hatine li Rojava şer dikin, helwesta xwe ya li dijî hewldanên Dewleta Tirk nîşan didin..

Ew şervan dibêjin ku “Ji bo parastina gelê Aştîhez li Rojava ne û divê gelê Azerî li hemberî planên dewleta Tirk şiyar bin”

Li dirêjahiya dîrokê û heta niha herdu welatên Azerbêcan û Eermenistan şerê hev dikin û daxuyaniya dawî ya dewamkirina şer jî, di nîvê Tîrmeha borî de derket..

Di vî şerê de ku bi dehan sal dewam dike, gelek welatên derdorê û di serî de Tirkiyê roleke mezin lîstiye..

Halê hazir jî, Dewleta Tirk destê xwe li rewşa Azerbêcanê wer dide û wan nakokiyan careke din dike malê dagirkeriya xwe..

Lê belê, şervanên Ermen û Azerî, peyameke hevbeş û yekgirtî ji Rojavayê Kurdistanê da wan hewldanan..

Helbet tevî welatê van şervanan heta bi roja îro jî bi sorkirina Dewleta Tirk şer dikin, lê belê îro li Rojava di heman eniyê de xwedî heman helwest in û armanca xwe ya parastina gelê aştîxwaz ji komên radîkal teqez dikin..

Tê zanîn, di şerê gelê Rojava yê li dijî Dewleta Tirk û komên wê de, bi hezaran ciwanên Cîhanê berê xwe da vê deverê û cihê xwe di nava berxwedana li dijî hewldanên qirkirinê de girtin..

Niha jî ev şervanên li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku, Dewleta Tirk şerê di navbera Ezerbêcan û Eermenistanê li gorî berjwendiyên xwe sor dike..

Ev herdu şervanên Ermen û Azerî jî armanca xwe ya hatina herêmê bi zelalî tînin ziman..

“Em li Rojava ji bo parastina gelê xwe yê aşîthez, li dijî DAIŞ’ê û El Nûsra yên faşîst şer dikin.

Rejîma faşîst a Tirk, çeteyên li Idlibê ji bo li dijî Ermenistanê bide şerkirin, dişîne Azerbeycanê. Divê gelê Azerbêcanê çeteyan qebûl neke û hişyar be”.

Hewldanên Dewleta Tirk ên berfirehkirina dagirkeriya xwe li ser hesabê aloziya welatan didomin û niha jî li kêleka Sûriye û Lîbyayê, çeteyan dişîne Azerbêcanê..

Helbet, ji dîroka Osmaniyan û heta niha, hevgirtin û yekîtiya gel û netewan, zor li hewldanên qirkirinê biriye û ev yek jî îro li Rojava dubare dibe..

Back to top button