Li Bokemalê balafirine nenas 15 endamên alîgirên Îranê kuştin

​Duh ji rojhilat heta bi başûrê Sûriyê gelek derbe pêk hatin,

Balafirine nenas li ser Bokemalê ya Dêra Zorê de, 15 endamên hêzên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Duh balafirên şer ên nenas ji saet 5 heta 7’ê êvarê derbeyên dijwar li dijî nuqteyên hêzên Îranê yên li Sûriyê pêk anîn.

Ev êrîş, li baregeha Îmam Elî, nêzî Seka û kûrahiya bejahiya Bokemalê ya bejahiya Dêra Zorê pêk hatin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di encama van êrîşan de, nêzî 15 endamên hêzên alîgirên Îranê li bejahiya Bokemalê hatin kuştin.

Her wiha nuqte û depoyên cebilxaneyê jî hatin wêrankirin.

Çavdêriyê destnîşan kir ku piştî êrîşan, erebeyên leşkerî yên Îranê kuştî û birîndar birin Iraqê û di hundirê Bokemalê de ketin rewşa awarte.

Li aliyekî din jî, di encama derbeyên balafirên nenas ku nuqteyên Îranê armanc kiribûn, teqîneke dijwar li herêma Hezam Exder a başûrê Bokemalê, rû da.

Back to top button