Ji ber êşkenceya çeteyan ciwanekî Efrînî ji dest û lingê xwe ve astengdar bûye

Ciwanekî Efrînî ku navê xwe eşkere nekir, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin û paşê xwe ji destê wan revandibû, niha ji ber êşkenceya çeteyan astengdar bûye. Ciwanê Efrînî bang li rêxistinên mafên mirovan dike ku sûcên dewleta Tirk rawestînin û wê darzînin.

Artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî rojane sivîlan direvîne û li dijî wan sûcan pêk tîne.

Ciwanê ji Efrînê F. X 2019’an ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat revandin.

Çeteyan F.X bi tawana ku bi Rêveberiya Xweser re kar dikir, ew ber bi gelek girtîgehan ve birin û fîdiye jê xwestin.

F. X ji girtîgeheke çeteyên a li Efrînê reviya û derbarê sûcên ku çete li dijî sivîlan pêk tînin ji ANHA’yê re axivî.

F. X anî ziman ku çeteyan li beramberî dayîna fîdeyê, gefa revandina xuşika wî lê xwarin.

Çeteyan hemû endamên laşê F. X şikandine û ji ling û destê xwe ve astengdar bûye.

Ciwanê Efrînî ji ber bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye êşkencekirin, rewşa wî ya derûnî xirab e.

Ciwanê Efrînî yê ji girtîgehên çeteyan reviyaye, bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navnetewî dike ku dewleta Tirk li ser sûcên wê darezînin.

Back to top button