Çeteyan li navçeya Şera û Cindirêsê 3 sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê şêniyek 55 salî û kurê wî û li navçeya Şera jî sivîlekî 58 salî revand. Çeteyan li navçeya Bilbilê jî 350 darên zeytûnê birîn.

Rojane li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê kirinên hovane li dijî sivîlan pêk tînin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan Li gundê Qujîma yê Cindirêsê şêniyê bi navê Ibrahîm Osman(55) û kurê wî Sîwar(25) revandin.

Rêxistinê da zanîn, ji ber Ibrahîm û kurê wî rê nedan ku çeteyan berhema gûzê bidizin, çeteyan ew revandin.

Her weha piştî standina fidyeyan hatin berdan.

Duh jî, artêşa Tirk a dagirker li bajarê Efrînê şêniyê bi navê Abdullah Mihemed Elî (58) ji gundê Me’irsikê yê navçeya Şera revand.

Navenda belgekirina binpêkirinan a li Bakur Sûrî, di meha Tîrmehê de navên 45 kesên ku dewlet Tirk û çeteyên wê revandine, belge kirine.

Malpera Afrinpost jî diyar kir ku Çeteyekî ji Xota ya Şamê beriya du salan mala şêniyê bi navê Şukrî ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê desteser kir.

Malperê da zanîn ku dema Şukrî mala xwe ji çete daxwaz kir, çete 700 dolar jê xwest.

Çeteyan li navçeya Bilbilê 350 darê zeytûnê birîn

Li aliyek din, Rêxistina Mafê Mairovan a Efrînê ragihand ku li navçeya Bilibilê ya Efrînê çeteyên dagirkeriya Tirk 350 darên zeytûnê li navçeya Bilbilê birîn.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan 250 dar yên şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Cemo û 100 dar yên şêniyê bi navê Reşîd Mihemed Sîdo Birîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, ji dstpêkirina dagirkirina Efrînê çeteyan nêzî 250 Hezar darên Zeytûnê birîn.

Her weha darên gelek daristanan hat birîn û şewitandin.

Back to top button