Balafirên bêmirov herêma Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir

Balafirên ku tên payîn ên dewleta Tirk in, hin dever li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafiran herêma Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê bombebaran kir.

Balafiran heya deşta Jajolan û Kiwêrekan bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan ziyanek mezin gihişt bax û baxçeyên xelkê herêmê.

Qeymeqamê navçeya Mawet ya girêdayî Şarbajêr, Kameran Hesen, jî da zanîn ku balafiran du caran herêm bombebaran kirine.

Her wiha pêr jî balafirên şer ên dewleta Tirk li derdora gundê Mîsk ê navçeya Kanîmasiyê ya girêdayî bajarê Dihokê bombebaran kiribûn.

Di encama êrîşê de, şewat li herêmê derket û ziyan gihişt welatiyan.

Ji bo belgekirina sûcên Tirkiyê, Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanî niwa serdana kunemasî kir

Li aliyê din jî, Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanî Niwa , serdana navçeya Kunemasî kir û sûsên dewleta Tirk ên li 25’ê hezîranê pêk anîbûn belge kir.

Şandeyek ji rêxistinê serdana qurbaniyên êrîşê malbata Keywan Kawa ku ew hevjîn û du zarokên xwe birîndar bûbûn, kir.

Şandeyê agahî ji malbatê û şahidên bûyerê girtin.

Şandeyê anî ziman ku wê van agahiyên ku kom kirine, radestî rêxistina mafê mirovan a cîhanî bikin.

Back to top button