Li Beyrûtê teqîneke mezin rû da

Di teqîna bi hêz a li herêma peravên Beyrûtê rû dabû de, bi dehan kes birîndar bûn û ziyanên mezin çêbûn.

Li gorî medyayên Lubnanê “Teqîneke bi hêz li deriyê têketina Beyet El-Weset a Beyrûtê rû da, cihê ku serokê berê yê hikumeta Lubnanê Seed El-Herîrî lê dimîne. Dengê teqînê li tevahî paytextê hate bihîstin

Hate ragihanin ku gelek kes birîndar bûne camên avahiyan şikestin.

Li gorî raporan, bûyer ji ber teqîna lîstokên agir di herêma Perava Beyrûtê de rû da.

Hate ragihandin ku cihê ku teqîn lê pêk hatiye hemû hilweşiyaye.

Hêzên Ewlekariyê û artêşa Lubnanê ketine tevgerê, kesên li derdora cihê teqînê dûr xistin.

Hin dezgehên ragihaninê ragihandin ku teqîn ji ber madeya “TNT” ya teqemeniya bi hêz pêk hat.

5 rojên dawî ji ber vîrûsa Coronayê, perava hatibû girtin, îro hate vekirin.

Back to top button