Rêxistina Efûyê: Vekişîna ji Peymana Stenbolê wê encamên kambax bîne

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî got vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê wê ji bo bi milyonan jin û zarokên keçik encamên kambax bîne.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî derbarê nîqaşên vekişîna ji Peymana Stenbolê ya Tirkiyê daxuyanî da.

Rêxistinê bang li AKP’ê kir ku li şûna ku ji peymanê vekişe divê peymanê bi rengekî bêkêmasî bi cih bîne.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî zêdebûna tundiya li ser jinan û zarokên keç bi bîr xist û got ku di serdemeke wiha de nîqaşa vekişînê ya peymanê fikaran çêdike.

Hat destnîşankirin ku vekişîna Tirkiyê ya ji peymanê ji bo bi milyonan jin û zarokên keç ên li welêt, wê encamên kambax bîne.

Back to top button