Balafirên dewleta Tirk êrîş birin ser çiyayê Helgûrd a Biradosta Başûrê Kurdistanê.
Balafirên şer ên dewleta Tirk di saetên piştî nîvro de çiyayê Helgûrd a li herêma Biradostê bombebaran kir.
Di encama êrîşê de jî gir li herêmê derket û welatî ziyan dîtin.
Her wiha îro balafirên bêmirov yên ku tê gotin yên Tirkiyê ne, herêma Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir.
Di encamê de ziyanek mezin gihaye bax û baxçeyên gelê herêmê.