Li Dêrazorê, QSD û Ewlekariya Hundirîn pêngavek dijî DAIŞ’ê ragihand

Li Dêrazorê, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêngaveke hevbeş li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ragihand.

Têkildarî pêngavê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek belav kir.

QSD’ê destnîşan kir ku di rojên dawî de li Dêrazorê gelek bûyer çêbûn ku çeteyên DAIŞ’ê li pey wan in, armanc jî ewlehî û aramiya herêmê xira bibe.

QSD’ê anî ziman ku ji bo pûçkirina hewildanên çeteyan, hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêngavek li dijî şaneyên DAIŞ li Dêrazorê da destpêkirin.

Ev pêngav jî bi taybet li bajarokên Şihêl û Hewayic dest pê kir ku baregehên şaneyên rêxistina DAIŞ’ ne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê jî ragihand ku ew ê derbarê kuştina serokeşîran bi destê şaneyên DAIŞ’ê, wê lêgerînê dewam bikin, heta girtina sûcdaran.

Back to top button