Tirkiyê çavê xwe berdaye Etyopyayê jî

Hikûmeta Etyopyayê derbarê çekên Tirkî ku bi riyên qaçax digihin welêt, hişyarî da ku ev tişt aramî û ewlehiya welêt dixe xeteriyê.

Berpirsê Têkiliyên Giştî di Polîsa Fedral a Etyopyayê de, Cîlan Ebdî, li ser domandina şandina çekên Tirkî bi riyên qaçax û li ser xeteriya wê axivî.

Cîlan Ebdî anî ziman ku çekên Tirkî bi riyên qaçax bi domdarî derbasî welêt dibin, ev jî ewlehî û aramiya welêt dixe xeteriyê.

Ev daxuyaniya berpirsê Etyopî di wê demê de hat, piştî ku polîsan hejmareke çekên Tirkî li paytexta Etyopyayê Edîs Ababa destser kirin.

Polîsan eşkere kir ku ev çek bi riya sînorên Sûdanê derbasî welêt bûn.

Beriya niha hikûmeta Etyopyayê dabû zanîn ku hin şirketên Tirkî bi hin toreyên qaçaxtiyê re ji bo derbaskirina çekan di welêt de kar dikin.

Back to top button