Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li bajarê Efrînê yê dagirkirî, bi awayekî hovane zarokekî Efrînî qetil kir. Zarok rakirin nexweşxaneyeke bajarê Kilis ê Tirkiyê û endamên laşê wî dizîn, piştre cenazeyê wî radestî malbatê kir.
Çavkaniyên ji hundir Efrînê ragihandin ku cendirmeyên Tirkiyê duh li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê li navçeya Şeran, zarokê bi navê Xelîl Nîhad.
Şêxo (16) yê ji gundê Fêrkan ê Efrînê hewl dida ji ber zordariya çeteyên Tirkiyê ji Efrînê bireve, 3 gule lê reşand û kuşt.
Piştî ku rakirin nexweşxaneyeke bajarê Kilis ê Tirkiyê, singê wî vekirin û endamên hundirîn ên laşê wî dizîn. Piştre cenazeyê wî radestî malbatê kirin.
Dîmenên ku di dema radestkirina cenazeyê Xelîl de hatin kişandin, xuya dikin ku cenaze hate zik hatiye vekirin û endamên laşê wî hatine dizîn.