Di teqîna li Beyrûtê de 73 kes jiyana xwe ji dest daye 3700 kes jî birîndar bûne

Li paytexta Libnan Beyrûtê, ji ber teqînên ku duh piştî nîvro rû dan, 73 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Duh piştî nîvro du teqîn li pey hev li bendergeha paytextê çêbûn.

Rayedaran diyar kir ku heya niha 73 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 hezar û 700 kes jî birîndar bûne.

Piştî teqîna destpêkê, teqîneke gelekî dijwar pêk hat ku vê yekê hişt ewrekî mezin mîna kuvarkê çêbibe û gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.

Ewlehiya Giştî ya Libnanê got:

“Em texmîn dikin teqemeniyên ku bi salan hatine desteserkirin, bûne sedema teqînê, lê belê divê em li benda encama lêpirsînê bin”.

Îsraîlê jî ragihand ku ti pêywendiya wan bi bûyerê tune ye.

Piştî vê bûyerê, hikumeta Libnanê civîneke lezgîn li dar xist û li tevahiya welêt îro şîna neteweyî hate ragihandin.

Back to top button