QSD: 47 ÇETE HATIN KUŞTIN Û BÊHTIRÎ 300 SIVÎL RIZGAR BÛN

Şerê şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ”ê di qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê de dewam dike.

Navenda Ragihandin QSD’ê encma şerê 24 saetên derbasbûyî eşkre kir.

Li gorî vê, 47 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navendê ev agahî dan.

Şervanên QSD’ê êrîşeke berfireh birin ser navendên çeteyan û şerekî dijwar rû da.

Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Balafirên Koalîsyonê jî, hejmarek baregehên çeteyan rûxandin.

Tîmên taybet ên QSD’ê jî, yek ser dest bi bêbandarkirina mayinên çeteyan kirin.

Şervanan bêhtirî 300 sivîlî ku çeteyan ew weke mertalên zindî bikar tanîn jî, rizgar kirin û li deverên ewle bicih kirin.

Her wiha alîkarî û pêwîstiyên dermankirinê ji wan re pêşkêş kirin.

Navend Ragihandina QSD’ê ragihand ku 47 çete hatin kuştin.

Koalîsyonê 56 êrîşên hewayî pêk anî.

37 baregeh, tunelek, 3 cihên avêtina hawanan, 3 karegehên mayinkirina erebyan hatin rûxandin.

2 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin.

6 riyên leşkerî li çeteyan hatin girtin.

Leave a Reply

Back to top button