Tîrêj Şengalî: Rewabûna me ne PDK’ê diyar dike

Yek jî fermandarên Yekîniyên Berxwdana Şengalê Tîrêj Şengalî bersiv da gefên hin rêveberên Başûrê Kurdistanê, ku gotibûn YBŞ ne hêzekî rewa ye. Tîrêj Şengalî ji Ronahî TV re diyar kir ku Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi van daxuyaniyan dixwaze sûcên xwe veşêre, li pêşiya darizandina xwe bigire û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî rewa bike.

Bi boneya Salvegera Fermana 3’ê Tebaxê ya Şengalê, hin rayedarên PDK’ê daxuyanî dan û di daxuyaniyên xwe de li şûna ku lêborînê ji civaka Êzîdî bixwazin, gef li hêzên parastina Şengalê xwarin.

Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo YBŞ’ya ku ji aliyê Iraqê ve fermî tê naskirin û beşekî artêşê tê dîtin, dibêje, “ew ne qanûnî ye.”

Derbarê mijarê de yek jî fermandarên YBŞê Tîrêj Şengalî beşdarî televîzyona me Ronahî TV bû û diyar kir ku rewabûn û nerewabûna wan, ne PDK diyar dike..

Tîrêj Şengalî: PDK ji bo hesabê Fermanê nede gefan dixwe

Tîrêj Şengalî da zanîn ku ew kesên qaşo xwe xwediyê Şengalê didîtin, beriya fermana 3’ê Tebaxê berpirsyar bûn, lê di dawî de reviyan û bûn sedema kuştina bi hezaran mirov. Divê ev kes hesab bidin.

Tîrêj Şengalî: Em ê heta dawî civaka xwe biparêzin

Fermandar Tîrêj Şengalî teqez kir ku wan soz daye gelê Kurd taybet jî, civaka Êzidî wê heta talî li beramberî her cure êrîşan biparêzin.

Back to top button