Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Dêra Zorê hewl didin bi rêya kuştina serokeşîran fiteneyê derxin û ewlehiyê têk bibin. Li dijî van hewldanan QSD û Hêzên Asayîşê li bajarokên Şihêl û Hewayîc ên Dêra Zorê pêngaveke hevbeş li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ragihand.
Şaneyên terorîst li Dêra Zorê 2’yê vê mehê êrîşî şêxên eşîra Igêdat kirin.
Şêx El-Metşer Hemûd Cedan El-Hefel tevî şofêrê wî şehîd xistin û şêx Îbrahîm El-Hefel birîndar kir.
Di heman demê de, şaneyên veşartî hewl dan ku teqîn û êrîşên xwekujî li dijî baregeh û navendên hêzên QSD’ê pêk bînin da ku bixin bin kontrola xwe.
Li ser vê yekê QSD û Hêzên Asayîşê li bajarokên Şihêl û Hewayîc ên Dêra Zorê pêngaveke hevbeş li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ragihand.
QSD’ê teqez kir ku ew ê şaneyên DAIŞ ji hev bixin û bi temamî wan tune bikin.
Beriya niha jî QSD’ê li dijî van şaneyên DAIŞ’ê gelek operesyon pêk anîn û gelek çete û gumanbar girtin û rêjeyeke çek û cebilxane desteserkirin.
Hêzên Asayîşê yên Dêra Zorê jî ragihand ku ew ê derbarê kuştina serokeşîran bi destê şaneyên DAIŞ’ê, heta girtina sûcdaran lêgerînê dewam bikin, .
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar kir ku kuştina şêxê eşîra El-Igêdat a Dêra Zorê, pêkanîna daxwaz û ajandeyên xerab û derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de ye.