BANGA SERHILDANÊ LI DIJÎ DAGIRKERAN HATE KIR

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dagirkeriyê banga serhildanê li dijî dagirkeriyê kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê 1. salvegera êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê şermezar kir.

Meclisa Rêveber xweser di daxuyaniya xwe de wiha got:

Şêniyên Efrînê ji dagirkeran re bûn hedef û herêma Efrînê hate dagirkirin û veguherî navenda terorê.

Armanca dagirkeran, projeya neteweya demokrtîk têk bibin û aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

Meclisê diyar kir ku demografiya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve tê guhertin û bi hezaran şêniyê Efrînê ji cih û warê wan hatin derxistin.

Meclisê destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide projeya xwe ya dagirkirinê berfireh bike.

Ji ber wê gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Divê rêveberiyên xweser bi hemû meclisên xwe li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û gefên wê serî hildin.

Leave a Reply

Back to top button