CPT: Astengiyên li Îmraliyê nayên qebûlkirin

Ev 21 sal in Rêber Ocalan û di nava bêdengiya civaka navnetewî de, di bin tecrîdeke giran de ye. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a Konseya Ewropayê ragihand ku astengiyên li pêşiya Rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê “nayên qebûlkirin. 

Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP, ragihand ku CPT’ê têkildarî serdaneke 2019’an ya li Îmraliyê, raporek belav kir.

CPT di rapora xwe de, ragihand ku wan bi girtiyên li Îmraliyê hemûyan re hevdîtin kiriye.

CPT: Ji sala 2016’an ve tiştek nehatiye sererastkirin

Di raporê de, hate diyarkirin ku di sîstema girtîgehê de ji sala 2016’an û pê ve ti “başbûn û pêşketin” tune ne.

CPT diyar kir ku Ocalan û sê girtiyên din, heya niha di hefteyê de tenê 6 saetan dikarin li hev bicivin û got:

Ji bilî vê yekê, kombûna li hev a du kesan jî, hefteyê tenê 3 saetan e.

Wekî din, hîn qedexe ye ku rojane girtî karibin li hewşê li hev bicivin.

CPT: Girtî hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne

CPT di raporê de got, Piraniya girtiyan tecrîdkirî ne û ev tecrîd ji 168 saetên hefteyê bi 159 saetan dewam dike.

Her wiha diyar kir ku salên dawî serdanên Rêber Ocalan ên bi malbatê re hema bêje qet nehatine kirin û CPTê bi bîr xist ku daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê jî ji sala 2019’an ve tê redkirin.

CPT: Divê sîstemeke mayînde bê avakirin

Di dawiya raporê de, CPT anî ziman ku “divê hevsengiyek navbera mercên ewlekariyê û mafên mirovan ên girtiyan ên bingehîn de bê afirandin û banga avakirina “sîstemeke mayînde” ku tê de serdanên malbat û parêzeran hebe, hate kirin.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê, teqez kir ku pergala girtinê ya li Îmraliyê ku li girtiyan tê sepandin, divê bi temamî were guhertin.

Herî dawî birayê Rêber Ocalan Mihemed Ocalan di 27’ê Nîsanê de bi telefonê li gel Rêber Ocalan axivîbû, ev zêdeyî sê mehane jî ti agahî ji Îmraliyê nayên girtin.

Tevî ku her hefte parêzer û malbat ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanê dikin jî, lê ev daxwaz ji aliyê dewleta Tirk ve nayê qebûlkirin.

Back to top button