
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, sersaxî ji gelê Libnanê re xwest û hêviya selametiyê ji birîndaran re kir.
Rêveberiya Xweser derbarê teqîna Libnanê de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ew ê bi Libnan û gelê wê re bisekinin..
Rêveberiya Xweser hevxemî û hevgirtina xwe bi gelê Libananê re di vê rewşa zehmet de anî ziman û got:
Em sersaxiyê ji malbatên qurbanan, gelê Libnan û hikumeta wê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndarên teqînê re hêvî dikin.
Em hêvî dikin ku Libnan vê zehmetiyê derbas bike, ewlehî û aramî pêk were û weke berê xurt û arma vegere.