Careke din li herêma Kesk a Bexdayê, êrîşeke Katyûşa pêk hat. Pergala parastinê ya Amerîkayê jî, rê li ber girt.
Êrîş, duh derengiya şevê pêk hat û heta niha ti aliyan berpirsiyariya wê negirtiye ser xwe.
Artêşa Iraqî jî, 7 mûşek tevî mûşekavêjan li Bexdayê dîtin, ku berê wan ber bi herêma Kesk ve bûn.
Piştî kuştina fermandarê Îranê Qasim Silêmanî û fermandarê Heşda Şebî Ebû Mehdî El-Muhendis, tempoya êrîşan li dijî baregehên Amerîkî zêde bûne.
Amerîka jî, tabûrên Hizbullaha Iraqî û alîgirên Îranê bi van êrîşan tawanbar dike.