Çeteyên Sûrî bi pêşengiya serbazekî Tirk, merasîmeke leşlkerî li dar xist

Li leşkergeha Sîdî Bilal a Terablusê, bi sedan çeteyên dewleta Tirk ên Sûrî, merasîmeke leşkerî bi boneya veguherandina muzexaneya Aya Sofyayê pêk anî.

Malperine Sûrî yên bi ser dewleta Tirk ve dîmenê vê merasîmê bi par ve kir.

Tê de, alên şoreşa Sûrî û yên Tirkî û wêneyên Erdogan hildan û piştgiriya xwe ji wî û dewleta Tirk re nîşan da.

Di dîmen de, bi serkêşiya serbazî Tirk, bi sedan çeteyên Sûrî yên ji koma “Sultan Silêman Şah” tê dîtin.

Koşka Spî jî ji aliyê xwe ve careke din hebûna çete û hêzên biyanî li Lîbyayê şermezar kir û teqez kir ku di şerê navxweyî de, ti alî serkeftinê bi dest naxe.

Berî niha jî, Wezareta Hundir a Lîbyayê jî diyar kiribû ku anîna bi dehhezaran çeteyên Sûrî ber bi Lîbyayê ve, metirsiya guhartina demografîk zêdetir dike.

Back to top button