Endamê Meclisa Serokatî ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî tevlî bernameya bûyer a televizyona me bû û kuştina rûsipiyên herêmê şermezar kir. Hesen Elî got armanc ji hedefkirina şêxên herêmê, têkbirina ewlehiyê û derxistina fitneyên mezhebî û olî ye. Koordînatorê Giştî yê Meclisa Êl û Rûspiyan a herêma Rojhilat jî hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi kuştina şêx û rûspiyên herêmê tewanbar kir.
Endamê Meclisa Serokatî ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî derbarê armanca kuştina serokeşîrê Igêdat li Dêra Zorê ji televizyona me re axivî û diyar kir ku ji ber eşîra Begara û Igêdat erka xwe ya mirovî, exlaqî û niştîmanî ya destekdayîna ji QSD’ê re nîşan didin, hatin armanckirin.
Hesen Elî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bi van êrîşan aloziya çêdikin û dixwazin gelê herêmê li dijî Rêveberiya Xweser sor bikin.
Endamê Meclisa MSD’ê bang li hemû rûspî û pêkhatiyên herêmê kir ku hişyar bin û xwe bi rêxistin bikin da hewldanan têk bibin.
Meclisa eşîr û rûspiyan a herêma Rojhilat ev kuştin şermezar kirin
Koordînatorê Giştî yê Meclisa Êl û Rûspiyan a herêma Rojhilat Hewas Cidêi jî kuştina serokeşîran şermezar kir û hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi kuştina şêx û rûspiyên herêmê tewambar kir.
Hewas Cidêi bang li rûspiyan kir ku yekîtiya xwe ava bikin, destekê bidin QSD’ê da ku komplo û kuştinên li herêmê têk biçin.