Leyla Xalid: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Hevseroka Malbendiya Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid tecrîda li ser rêber Ocalan bi “Sûcek li dijî mirovahiyê” bi nav kir û bang li CPT’ê kir ku erka xwe ya mirovî bi cih bîne û dawî li tecrîdê werîne.

Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî balkişand ser hêza rêber Ocalan ya di çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn.

Desthilata Tirkiyê ji 15 Sibata 1999`an ve tecîrdeke giran li ser rêber Ocalan dide meşandin.

Di pêvajoya vîrûsa corona de jî dewleta Tirk rê nade malbat û parêzeran ku hevdîtinê bi rêber Ocalan pêk bînin.

Hevseroka Malbendiya Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid, têkildarî tecrîdê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca ku îradeya gelê azadîxawaz bişkîne rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê bi rêbertî re pêk bînin.

Dewleta Tirk hewl dide bi ferzkirina tecîrdê projeya neteweya demokratîk têk bibe û armanc dike ku bi êrîşan qanûnên parastina mafên mirovan binpê bike.

Leyla Xalid di dawî de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan rexne kir û diyar kir ku pêwîste tevahiya rêxistinên peywendîdar nexasim CPT’ê destwerdanê bikin û dawî li tecrîdê bînin.

Meral Daniş Beştaş: Çareserî li Îmraliyê ye

Seroka Koma HDP’ê û parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî balkişand ser hêza rêber Ocalan di çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn de û wiha got:

Her kes bû şahid ku rêber Ocalan di mijarên Tirkiyê de çiqas bi bandor û xwedî hêza çareseriyê ye.

Em bi destilatdariyeke ku li dijî goristan û miriyan şer daye destpêkirin re hatine rû hev.

Meral Daniş Beştaş: Tecrîd êdî bêye rêbazeke cezakirinê

Meral balkişand ser gotina ’em ne bêçareserî ne, em çare ne’ û got;

Ji vê tecrîdê berjewendiya tu kesî tune. Pirsgirêk ne beka desthilatdariyêye, pirsgirêk pêşeroja Tirkiyê ye, pirsgirêk pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyê ye.

Meral Daniş Beştaş: Pirsgirêka gelê Kurd ji pirsgirêkên Tirkiyê ne cuda ye

Meral Daniş Beştaş desnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze kurdên mafê xwe diparêzin tune bikin û wiha bi dawî kir;

Divê şer bi dawî be û tecrîd rabe. Tecrîd êdî bûye rêbazeke cezakirinê. Pirsgirêka gelê Kurd ji pirsgirêkên Tirkiyê ne cuda ye. Heta ku demokratîkbûn tune be mijara Kurd jî nayê çareserkirin.

Back to top button