
Li herêma Heftenîn ya başûrê Kurdistanê, berxwedana Pêngava Şoreşger ya Cenga Heftanînê her ku diçe mezintir dibe. HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li herêmê de, 5 leşker hatine kuştin.
Her wiha li herêmên Sêrt ya bakurê Kurdistanê jî gerîlayan wesayîtek dagirkeriyê kir hedef û derbên xurt lê dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Heftenîn û Sêrtê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Heftanînê de 4’ê Tebaxê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û ev agahî parve kir;
“Saet 17:30’î gerîlayan li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Şehîd Adar çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn û leşkerek hate kuştin.
Saet 18:55’an gerîlayan li qada Xantûrê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan çalakiyek pêk anîn.
Di encamê de 2 kozik û kozikeke çeka giran a A4 hatin rûxandin, bi giştî 4 leşker hatin kuştin.”
HPG’ê dazanîn ku ev çalakî ji bo bîranîna sivîlên 26’ê Tîrmehê li Barmene hatin qetilkirin pêk hatiye.
HPG: Li Sêrtê jî wesayîtek hat derbkirin
4’ê Tebaxê gerîlayan li Sêrtê li dijî wesayiteke artêşa Tirk a dagirker ku ji qereqola Erbo diçû qada Xana Hewêl çalakiya sabotajê kirin.
Di vê çalakiyê de ku derb li wesayita dijmin hate xistin, hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûne, nehate zelalkirin.