Çeteyan li navçeya Şera û Şiyê du zarok û jinek revandin

Çeteyan li navçeyên Şera û Şiyê du zarok û jinek revandin. Çeteyan girê Qîbarê yê dîrokî jî talan û wêran kirin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakur Sûrî jî ragihand ku çeteyan zarokê bi navê Elî Mihemed(14) yê ji gundê Qere Tepe yê Şera revand.

Li navçeya Şiyê jî çetayan jinek û zarokê wê revandin.

Navendê Eşker kir ku ji destpêka meha Tebaxê, çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 7 sivîl revandin.

Çeteyan Girê Qîbarê yê dîrokî wêran kir

Li aliyê din, Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê dîmenên talankirin û wêran kirina girê Qîbarê yê şûnwarî weşandin.

Di dîmenan de xuya dibe ku çetayan çawa bi alavên giran girê dîrokî wêran kirine.

Girê Qîbarê yê dîrokî, di nav xwe de şûnwarên di dema Bîzansan de dihewîne.

Back to top button