Di sê mehan de mirina biguman a sê leşkerên Kurd

Mirina biguman a leşkerên Kurd ku rastiya dijberiya dewleta tirk a li dijî Kurdan, dîsa zêde bû. Ciwanên kurd bi zorê dibin leşkerî û li wir jî têne kuştin.

Di nava 3 mehên dawiyê de, bi kêmanî sê ciwanên Kurd dema leşkeriya dewleta Tirk bi mecbûrî dikirin, bi rengekî biguman mirin.

Li Tirkiyê ku leşekerî mecbûrî ye bi rengekî mirî dîtina leşkerê bi navê Osman Ozçalimli dîsa bala mirovan kişande ser mirina biguman a leşkeran.

Piranî dema ku mijar ciwanên Kurd be, mirin bi rengê ‘qeza’ an jî ‘xwekuştin’ê têne dayin.

Ti caran li ser mirina ciwanên Kurd lêpirsîneke cidî û bêalî nayê kirin û ser bûyerê têne girtin.

Di nav sê mehan de sê leşker bi rengekî biguman mirin.

Mustafa Araz

11’ê Gulana 2020’an Mustafa Araz dema ku leşkeriya Tirk dikir mirî hate dîtin.

Hate gotin Araz xwe kuştiye û li ser laşê wî şopa êşkenceyê hebû.

Malbata Araz a ku li Kaxizmanê dima, bi gumana cînayetê gilî li dozgeriyê kir.

Bav Hesen Araz got li ser laşê kurê wî şopa derban hebûye û got, ”kuştin û avêtin wir.”

Parêzerên malbatê jî diyar kirin îfadeyên rayedaran li hev nekirine.

Ahmet Turelî

Ehmed Turelî yê 21 salî dema ku li Wanê leşkerî dikir 24’ê Gulana 2020’an bi îdîya ku dema nobetê xwe kuştiye mirina wî hate ragihandin.

Cenazeyê Turelî li navçeya Melezgirê ya Mûşê hate veşartin.

Birayê Turelî Fecrî Turelî got birayê wî xwe ne kuştiye û ji bo xwekuştinê jî ti sedemek xwe tineye.

Osman Ozçalimli

Osman Ozçalimli dema ku li Girtîgeha Girtî ya Alîaga a Izmîrê leşkeriya mecbûrî dikir, 1’ê Tebaxa 2020’an mirî hate dîtin.

Qeymeqamê navçeya Dîgorê ya Qersê li gel Midûrê Emniyetê û Fermandarê Cenderme a navçeyê çûne cem malbatê û îdîa kirin ku zarokê wan bi krîza dil çûye.

Bavê Çalimli Ehmed Çalimli û welatiyên li derdorê li dijî vê nûçeyê helwest nîşan da.

Sarisaç: Ser cînayetên leşkeran digirin

Têkilî mijarê Wekîlê HDP’ê yê Wanê Mûrad Sarisaç ev rewş bi polîtîkayên faşîzane yên AKP’ê ve girê da.

Murat Sarisaç diyar kir ku dewlet li ser bûyerê digre û nahêle mijar werin ronîkirin.

Back to top button