HUKÛMETA ALMANYA: LAZIMNE TECRÎDKIRINA OCALAN BIDAWÎ BIBE

Hukûmeta Alman a Federal xwest, tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe.

Hukûmetê bang li dewleta Tirk kir da ku li gorî Peymana Mafê Mirovan tevbigere.

Li ser daxwaza Partiya Çep, tecrîdkirina Rêber Ocalan ket rojeva meclisa Alman a Federal..

Şêwermendê Wezîrê Karên Derve Mîchael Roth bi daxuyaniyekê bersiv da pirsa Partiya Çep.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

Tirkiye ku endamê Konseya Ewrûpayê ye, mîna her mijarê, neçare ku derbarê girtiyan de jî li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê tevbigere.

Di hevdîtinên me ên li gel Tirkiyê me eşkere daxwaza vê yekê kiriye.

Li ser rewşa tenduristiyê ya damezrînerê PKK’ê yê girtî Abdullah Ocalan, agahî li ber destê hukumeta federal nîne.

Em rewşê bi rêya çapemeniyê dişopînin.

Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, Birêz Ocalan 12’ê Çileyê birayê xwe Mehmet Ocalan dîtiye.

Em vê bangê li hikumeta Tirk dikin;

Divê Ocalan karibe parêzer û xizmên xwe bibîne, her wiha em dixwazin hemû astengiyên li pêşiya girtiyên li Îmraliyê werin rakirin.

Leave a Reply

Back to top button