Li Heftenînê 2 cerdevan hatin kuştin

Belê di pêngava şoreşger ya Cenga Heftenînê de, dewleta tirk a dagirker derbên xurt dixwe. Di şerê li herêmê de, 2 cerdevanên ji Hezexê hatin kuştin û 5 cerdevan û gelek leşker jî birîndar bûn.

Doh li herêma Heftenînê di encama şerekî dijwar de, 2 cerdevanên ji navçeya Hezex a Şirnexê, hatin kuştin, 5 cerdevan û gelek leşker jî birîndar bûn.

Li aliyê din, liv û tevgera eskerî ya li ser sînor jî dewam dike.

Bi taybetî li herêmên li ser xeta sînorê Şirnexê tim şer diqewime.

Bi vê yekê re balkêşe ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, Wezîrê Parastina Hûlûsî Akar û fermandarên artêşa dagirker her tim tên herêmê.

Tê gotin, ji bo wezîr û fermandar moralê bidin leşkerên xwe diçin herêmê.

Beriya niha jî HPG’ê bang li cerdevanan kiribû ku nekevin nava planên qirêj yên dewleta tirk û li dijî gerîla şer nekin.

Back to top button