Li herêma Firatê jî, gumana pêketina vîrûsê li ser 2 kesan hebû.
Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Hedle Hesen diyar kir ku piştî testa her 2 kesan, derket holê ku rewşa wan başe û ne bi Corona ne.
Di dema dawiyê de vîrûsa Corona li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê belav bû.
Herî dawî îro Rêvberiya Xweser ragihand ku 20 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê Tedbîr û rewşa dawî a corona li herêma Firatê jî Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Hedle Hesen axivî.
Hedle Hesen, piştrast kir ku tu rewşên vîrûsê li Kobanê tune ne, ji bo her 2 rewşên biguman jî test hat çêkirin û derket holê ku ne bi corona ne.
Lê ev nayê wê wateyê ku gel rewşê paşguh bike û pêwîste gel tedbîran bigire.