Li herêmên hikûmeta Şamê 52 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên hikûmeta Şamê, di 24 saetên dawî de hejmara herî bilind a pêketiyên bi vîrûsê ya rojane careke din hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê pêketina 52 kesan bi vîrûsa Coronayê ragihand.

Her wiha wezaretê eşkere kir ku 13 kesên din jî ji Coronayê baş bûne û 2 jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi van daneyên dawî re jî, li herêmên hikûmeta Şamê heya niha 944 kes bi Coronayê ketine, ji wan 296 baş bûne û 48 jî mirine.

Back to top button