BANGA NORWÊCIYAN: BILA 20’Ê ÇILE BIBE ROJA EFRÎNÊ YA CÎHANÎ

Bi rasthatina salvgera pêşî ya tevgera dagirkirina Efrînê, wê 20’ê Çile xwepêşandan li gelek deveran pêk werin.

Sazî û rêxistinên civaka sivîl li Norwêcê têkildarî rojê, daxuyaniyek dan û xwestin 20’ê Çile bibe Roja Efrînê ya Cîhanî.

20’ê Çile yekemîn salvegera tevgera dagirkirina Efrînê û berxwedana Serdemê ye.

Bi vê armancê, wê li Rojava û gelek navendên cîhanê xwepêşandan werin lidarxistin.

Li paytexta Norwêc Osloyê, gelek rêxistin û komeleyan têkildarî salvegera tevgera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Efrîn beriya êrîşa dewlerta Tirk herêmeke ewle bû û wiha hate gotin:

Piraniya gelên li vê herêmê Kurd in. Hin Ereb û Tirkmenên ji ber şerê li Sûrî ji cih û warê xwe bûn, xwe li Efrînê girtin.

Li vî bajarê pergaleke rêveberina demokratîk hebû.

Serok-komarê Tirk Erdogan ji bo sîstema civakî ya pir alî û demokratîk ji holê rake, gelek hewl da.

Di encama êrişa dagirkeriyê de, xelkê Efrîn û mexdûrê şer ên li wir neçar man cih û warên xwe berdin.

Ji bo dawî li dagirkirina Efrînê were anîn, em bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên endam hemûyan dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin.

Heta Efrîn dagirkirî be, nepêkane ku aştî li herêmê peyda bibe.

Ji ber vê yekê, em bang li partiyên siyasî, sendîka û saziyên din hemûyan dikin ku 20’ê Çileyê weke Roja Efrînê ya Cîhanî nas bikin û destekê bidin.

Leave a Reply

Back to top button