“Milîsên bi ser Tirkiyê ve rêzesûc li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîn”

Koalisyona Navneteweyî li dijî Daiş’ê rapora xwe ya 3 mehên dawî pêşkêşî kongresa Amerîkî kir. Koalisyonê di rapora xwe de got ku milîsên bi navê Artêşa Niştîmanî yên bi ser Tirkiyê ve derheqê sivîlên bakur û rojhilatê Sûriyê de rêzesûc pêk anîn.

Rapor ji aliyê mufetişên pantagon û karmendên wezareta derve ya Amerîka ve hat amadekirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku milîsên bi navê “Ceyş El-Wetenî” mafên mirovan li bakur û rojhilatê Sûriyê bi pê kirine.

Wezareta Derve ya Amerîka jî, got ku gelek rapor derbarê sûc û binpêkirinên milîsên Tirkiyê derheqê sivîlan de ji wê re hat pêşkêşkirin.

Wezareta Derve binpêkirinên milîsên Tirkiyê wek kuştin, revandin, desteserkirina mal û milkên sivîlan, guhertina demografî û qutkirina avê li ser sivîlan li gorî raporan bi bîr xist.

Wezareta Derve derbarê raporên binpêkirinên mafên mirovan û sûcên ku milîsên Tirkiyê derheqê Kurdên li Efrînê dikin, dilgiraniya xwe nîşan da.

Back to top button