Mihemed Ebas: Qonaxa duyemîn a xebatên Kurdî sekiniye

Sekreterê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas ji televîzyona me re axivî û diyar kir ku qonaxa duyemîn a xebatên Kurdî sekiniye û anî ziman ku ENKS’ê ji bo doza Kurdî tiştek nekiriye. Sekerterê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî jî destnîşan kir ku avakina Eniya Aştî û Azadiyê bandoreke neyinî li xebatên yekîtiya dike..

Sekreterê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas ji televizyona me Ronahî TV re derbarê qonaxa duyemîn a xebatên yekîtiya Kurd axivî û diyar kir ku heta niha ti civîn ji bo dewamkirina lêvegera siyasî pêk nehatine..

Li gorî Mihemed Ebas, berî hefteyekê civînek navbera PYNK û ENKS’ê ji bo lêvegera siyasî pêk hat, civînên din jî ji bo Cejna Qurbanê hatin bipaşxistin..

Ebas peymana Dihokê bi bîr xist û destnîşan kir ku nabe xalên peymaneke kevin di dema niha de pêk were.

Mihemed Ebas: ENKS’ê ji bo doza Kurdî tiştek nekiriye

Mihemed Ebas anî ziman ku ENKS’ê projeya Rêveberiya Xweser red dike û dixwaze wê têk bibe, ji ber keda wê di ber de tune ye û ji doza Kurdî tiştek nekiriye.

Fewzî Şengalî: Avakirina eniya aştî û azadiyê bandoreke neyinî li xebatan dike

Her wiha Sekerterê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî jî ji televîzyona me re axivî û bal kişand ser avakina Eniya Aştî û Azadiyê û anî ziman ku ENKS’ê bi vê eniyê, rê ji opozisyona Sûrî re vedike ku li herêmê bi cih bibin..

Fewzî Şengalî mixabîniya xwe anî ziman ku di hevdîtinên xebatên Kurdî de ji bo herêmên dagirkirî ti nîqaş nehat kirin.

Back to top button