Qebîleya Welde: Bi kuştina serokeşîran dixwazin biratiya qelan ji holê rakin

Şêxê Qebîleya Welde ya Reqayê Şêx Ebdullatîf El Ferec diyar kir ku hin hêz bi rêya armanckirina êl û şêxên eşîran, dixwazin biratiya di navbera eşîrên Ereb û gelan de xira bikin, tevna civakî ji holê rakin. Ebdullatîf El Ferec bang li eşîrên Ereb kir ku xeteriya qonaxê ferq bikin û li dora QSD’ê kom bibin.

Ji destpêka rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta niha, kesayetên welatparêz û sembolên eşîrên ku banga xurtkirina têkilî û biratiya gelan dikin, têne armanckirin.

Herî dawî jî li Dêra Zorê 3 serokeşîr bûn armanc, derbarê vê mijarê de Şêxê Qebîleya Welde Şêx Ebdullatîf El Ferec ji ajansa Hawarê re axivî û diyar kir ku hin hêz bi bi rêya armanckirina êl û şêxên eşîran dixwazin biratiya di navbera eşîrên Ereb û gelan de pêk hatiye xira bikin, tevna civakî û aramiya herêmê ji holê rakin.

Qebîleya Welde: Hin hêzên herêmî ji hevgirtina pêkhateyên herêmê ditirsin

Ebdullatîf El-Ferec bal kişand ser hêzên li pişt van karên tirsonek û got:

“Piştî ku hêzên QSD’ê herêmên me rizgar û ewle kirin, hin hêzên herêmî ji hevgirtina pêkhateyên herêmê tirsiyan.

DAIŞ, hikumeta Şamê, komên Îranê û dewleta Tirk hevkarên vê planê ne û hewl didin tevliheviyê bixin navbera eşîrên Ereb û hêzên QSD’ê yên çeteyên DAIŞ’ê tune kirin.”

Qebîleya Welde: Divê hemû eşîrên ereb li dora qsd’ê kom bibin

El-Ferec teqez kir ku ew weke eşîrên Reqayê teqez dikin ku wê berpirsên êrîşa eşkere bikin.

El Ferec her wiha bang li endamên eşîra El-Igêdat kir ku divê di ferqa xeteriya qonaxa heyî de bin û bi awayekî hestiyar tev bigerin.

Şêxê Qebîleya Welde Şêx Ebdullatîf El Ferec ji hemû eşîrên Ereb ên Dêra Zor, Reqa û Hesekê xwest ku li dora hêzên QSDê kom bibin û polîtîkayên têkbirina ewlehiya herêmê û êrîşên terorîst vala derxînin.

Back to top button