Şaredariya Gel a bajarê Hesekê ji bo xizmeta şêniyan û avdana darên di nava bajêr de , 6 bîr kolandin.
Piştî dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Elok kêm kir, şêniyên bajarê Hesekê zehmetiyên mezin dikişînin, her wiha bêaviyê bandorek mezin li çandinî û darên di nava bajêr de jî kir.
Ji ber vê yekê, Şaredariya gel a Hesekê li gorî derfetên heyî, 6 bîrên avê li bajêr kolandin.
Endama rêveber a Şaredariyê Gulîstan Umer anî ziman ku “bîr ne tenê ji bo avdana darên li peyarê û çerxerêyên li bajêr in. Di heman demê de ji bo xizmeta şêniyan in.