Balafirên şer ên Tirkiyê 33 caran li ser giravên Yûnanistanê geriyan

Duh balafirên şer ên dewleta Tirk li asîmanê Yûnanistanê bi awayekî ne rewa, gelek caran geriyan.

Li gorî agahiyan, 6 balafirên (F-16 û 2 jî CN- 235 ) 33 caran li ser giravên Yûnanistan yên Deryaya Êge firiyan.

Çavkaniyên leşkerî yên Yûnanistanî ragihand ku, dewleta Tirk di çarçoveya hevrikiya li herêma rojhilatê Deryaya Spî de, asîmanê Yûnanistanê binpê dike.

Mehên dawî, di navbera Enqere û Atînayê de tengijînên siyasî ji ber lêgerîna li çavkaniyên enerijiyê derketine û her du hikûmet şerê mafên herêmî yên li Deryaya Êgeyê dikin.

Qibris: Divê “YE” valahiya desthilatdariyê li Rojhilatê Deryaya Spî dagire

Wezîrê Derve yê Qibrisê jî da xuyakirin ku dewleta Tirk valahiya desthilatdariyê ya li rojhilatê Deryaya Spî keysbaz dike, da ku armancên xwe pêk bîne û got.

“Divê Yekîtiya Ewropayê, vê valahiyê dagire”.

Back to top button