HPG: 13 leşkerên dijmin hatin kuştin

Li Heftenînê ku şerekî mezin lê heye gerîlayan derbeke din ya mezin li artêşa Tirk ya dagirker xist. HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Heftenînê ku buye qada berxwedanê her roj derb li ser derbê li artêşa Tirk a dagirker didin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Heftanînê de gerîlayên YJA Starê 5’ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir;

“Hêzên me saet di 07:45’an li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker a li navbera Tepê Dûpişkê û Tepê Şehîd Berîvan çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind bi giştî 9 leşkerên dijmin hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên me saet di 14:30’î de li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li kozikeke dijmin hate xistin, kozik hate îmhakirin û 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî van çalakiyan bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên hatin kuştin û yên birîndar bûn ji herêmê birin.”

HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî jî ev agahî da;

“5’ê Tebaxê balafirên şer bombe li qadên Cilo yê biçûk, Kurojaro û Çemço barandin.

6’ê Tebaxê balafirên şer bombe li qada Cilo yê biçûk barandin.

Ji ber vê bombebaranê tiştek bi hêzên me nehat.”

Back to top button