
Rejîma Sûrî bi giranî gundewarên Hemayê topbaran dike.
Li aliyekî din jî şerê navxweyî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Idlibê zêdetir dibê
ŞERÊ ÇETEYAN Ê XWE BI XWE LI IDLIBÊ
Çavdêriya Mafên Mirov a Sûrî ragihand ku çetene ne-naskirî li bajarê Xan Şêxûnê li gundewarê bakurê Idlibê gule berdan çeteyekê ku tê payên ji Tehrîr el-Şam be û yekser hat kuştin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku erebeyek bombebarkirî li taxa şêx Selq li bajarê Idlibê yê di bin kontrola Tehrîr el-Şam de teqiya.
Li gorî agahiyan tene zerarên madî hene.
NAVBERA REJÎM Û ÇETEYÊN NUSRAYÊ ŞER GIRAN E
Çavkaniyên leşkerî ji herêma Helebê ragihand ku çeteyên Nusrayê ango Tehrîr el-Şam êrîşî xaline artêşa Sûrî li taxên Raşidîn, Maliyê û Cemîyet El-Zehraa li rojavayê Helebê kir.
Di encamê de şerine giran di navbera artêş û çeteyan de rû da.