Şehba..Biryara nederketina derve li navçeya Ehresê hat ragihandin

4 kesên din li herêma Şehbayê bi vîrûsa koronayê ketin
Ji bu rê-girtina li ber belavbûna vîrûsê, Şaneya Aloziyê biryara ne-derketina derve li navçeya Ehresê ya Şehbayê ragihand.
Endama Şaneya Aloziyê Şîraz Hemo derbarê vê yekê de axivî û got ew alîkariyê didin şêniyên navçeya Ehresê piştî ku ew xistine karantînayê.

Desteya Tendurstiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 4 rewşên nû yê vîrûsa coronayê li herêma Şehbayê derket, ji wan 3 jin û zilamek.

2 ji wan li Til Rifet, rewşek li Kefer Naya û yek jî li Ehresê ne..

Bi vê yekê bi derketina vîrûsê li Şehbayê, tedbîrên xweparastinê tên girtin.

Şaneya Aloziyê biryara ne-derketina derve li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ragihand.

Li gorî Şaneyê, yek ji nexweşên vîrûsê, li navçeya Ehresê bi şêniyan re danûstandin kiriye, ji ber wê biryara ne-derketinê hate ragihandin û dest bi testan hatiye kirin..

Rêveberiya Xweser duh jî 2 kes, yek jê jiyana xwe ji dest da li şehbayê, ragihand.

“Ji bo pêşîlêgirtina li Coronayê biryarên nû hatin girtin”

Li Şehbayê ji bo pêşîlêgirtina li Koronavîrusê bergiriyên nû hatin girtin

Derbarê tedbîrên ku li kantona Şehbayê û ragihandina qedexeya derketina derve de, endama Şaneya Aloziyê Şîraz Hemo diyar kir ku vîrus ji bajarê Helebê derbasî kantona Şehbayê bûye.

Şîraz Hemo weha got:

“Li navçeya Ehres ne-derketine derve 14 rojan hatîye ragihandin û li gorî encamên testan dibe ku were dirêjkirin.”

Şîraz Hemo diyar kir ku ew hemû pêdiviyên pêwîst ji şêniyên navçeya Ehresê re peyda dikin û weha domand:

“Tîmên tabyet ên Şaneya Aloziyê dest bi peydakirina hemû pêdiviyên pêwîst ji şêniyan re kir weke kehrebe, av, na û pêdiviyên sereke.

Komîn û meclis jî roleke sereke pêk tîne jibo parastina gel ji vîrusê.”

Şîraz Hemo weha bi dawî kir:

Piştî kese bi vîrusê jiyana xwe dest da biryar ji aliyê Şaneya Aloziyê ve hatin derxsitin.

Bendên kontrolê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve li ser korîdorên ku Şehba û Helebê bi hev girêdide, hatine danîn, da ku hemû kesên derbasî bajêr dibin test ji wan re were çêkirin.

Back to top button