YE bi rojeva Tirkiye û Çînê dicive

Bi rojeva Tirkiye û Çînê wê Yekîtiya Ewropa di meha Îlonê de civîneke awerte li dar bixin.

Li gorî çavkaniyên dîplomat yên Ewropa, Serokên Welatên Yekîtiya Ewropa ji ber têkliya zehmet ya bi Tirkiye û Çînê re binirxêne di 24-25’ê Îlonê de, wê civîneke berfihre lidar bixin.

Piştî pejirandina serokên welatên endam wê ev yek bi fermî were ragihandin.

Di şertên guncaw de wê civîn rû bi rû pêk were.

“Li dijî Tirkiye divê rêze ceza werin ferzkirin”

Ajnasa Frans Press ragihand ku serokên welatên Ewropa li kêleka biryar girtina li ser polîtîkayên Serokomarê Tirk Erdogan yên şer, wê li ser şandina wê ya çekan tevî biryara NY û tevgera wê ya li Derya Spî were rawestandin.

AFP’ê di nûçeya xwe ya sparîtî çavkaniyên dîplomat de, wê kiryarên Erdogan yên binpêkirina mafê mirovan û kirina Ayasofya ya ji bo Mizgeftê jî were nirxandin.

Back to top button