Yûnanistan: Ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê em ê biçin Dadgeha Edaletê

Hikûmeta Yûnanistanê ragihand ku ew ê ji bo binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî wan, wê berê xwe bidin Dadgeha Edaletê ya Navdewletî ya li Lahayiyê.

Serokwezîrê Yûnanistanê, Kyriakos Mitsotakis, di Furma Aspen ya Ewlehiyê de li ser binpêkirinên Tirkiyê di sînorên wan yên deryayî de axivî.

Kyriakos Mitsotakis diyar kir ku ew du caran bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re li ser nûkirina têkiliyên navbera wan de axiviye lê ti encamên erênî dernektine.

Li ser tifaqa deryayî ya navbera Tirkiyê û hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbyayê, Serokwezîrê Yûnanistanê destnîşan kir ku ev tifaq ne-rawa ye û got:

“Kiyarên Tirkiyê di Deryaya Spî de ewlehiya Yûnanistan û hemû Ewropayê dixe xeteriyê û Amerîka jî bi vê nerazî ye.

Ger em bi Tirkiyê re negihan ti tifaqê, em ê berê xwe bidin Dadgeha Edaletê ya Navdewletî ya li Lahayiyê.”

Li aliyekî din peymana parastinê ya navbera Fransa û Qibrisa Rom de kete meryetê.

Back to top button