QSD’ê 7 kesên ku êrîşî nuqteyên ewlehiyê kirin, girt

7 kesên çekdar ku beriya çend rojan di xwepêşandana aştiyane li gundewarên rojhilatê Dêrazorê de êrîşî nuqteyên ewlehiyê kiribûn ji aliyê QSD’ê de hatin girtin.

Vê sibê saet di 04:00`an de piştî ku şêxên eşîran agahî dan û diyar kirin ku hin kesên çekdar di nava baxçeyên bajarokê El-Şihêl de hene, QSD`ê bi ser çend malan de girt.

Hat destnîşankirin ku di encamê de 7 kesên çekdar ên gumanbar hatin girtin.

Fermandarên QSD’ê yên li herêmê diyar kirin operasyona wan a paqijkirina herêmê wê bidome da ku hemû kesên çekdar bên bê bandorkirin.

Li gorî fermandaran wê îfadeyên kesên çekdar li ser dezgehên çapemeniyê werin belavkirin.

Back to top button