Wezîrê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu serdana Terablusê kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu serdana paytexta Lîbya Terablusê kir û bi hikûmeta Ixwanî re civîn pêk anî.
Hikûmeta Cezayîrê jî li ser gurkirina şerê li Lîbyayê hişyarî da.

Mevlut Çavuşoglu îro serdana paytexta Lîbya Terablusê kir û bi serokê Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbyayê Fayîz El-Serac û Wezîrê Derve yê Maltayê Îfarîst Bartûlû re civiya.

Ev rûniştin dûrî dezgehên çapemeniyê pêk hat û li ser naveroka wê ti agahî nehatin bidestxistin.

Cezayîrê li ser gurkirina şerê li Lîbyayê hişyarî da

Li aliyeke din, Wezareta Parastina Cezayîrê li ser gurkirina şerê li Lîbyayê hişyarî da.

Wezaretê, şerê li Lîbyayê bi şerê wekaletê bi nav kir û diyar kir ku ev tişt wê encamên xeternak bi xwe re bîne.

Her wiha banga çareseriya giştî ji bo aloziya Lîbyayê hat kirin.

Back to top button