Misir û Yûnanistanê tifaqa destnîşankirina sînorên deryayî navbera xwe de îmze kirin.
Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias serdana paytexta Misir Qahîrayê kir û bi hempîşeyê xwe Samih Şikrî re civiya.
Herdu aliyan tifaqa destnîşankirina sînorên deryayî navbera Misir û Yûnanistanê de îmze kirin.
Herdu aliyan da xuyakirin ku ev tifaqa piştî gelek danûstandinan pêk hatiye û li gorî tifaqên navdewlteî de ne.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Tirkiyê yekser li ser tifaqa navbera Misir û Yûnanistanê nerazîbûna xwe nîşna da.