Şehîd Îbrahîm Reşo li Minbicê hat oxirkirin

Îro şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Îbrahîm Reşo yê şervanê Hêzên Artêşa Şoreşger(Hêzên Ceyş El-Siwar) bi merasîmekê oxir kirin.

Şêniyan piştî wergirtina cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Firatê ya Minbicê berê xwe dan goristana şehîdan a başûrê Minbicê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Hêzên Artêşa Şoreşger, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan nasnemaya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Piştre cenaze di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.

Back to top button