Desteya Tenduristiyê: 12 rewşên nû li Qamişlo û Reqayê hatin tomarkirin

Tevî ragihandina biryara nederketina derve jî jimara pêketiyên Corona zêde dibin û herî dawî 12 rewşên nû li Qamişlo û Reqayê hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku 8 rewş li Qamişlo, yek li Til Koçerê û 3 jî li Reqayê hatine tomarakirin. Ew jî 8 mêr û 4 jin in.

Duh jî pêketina 4 rewşên nû li herêma Şehbayê hatibû ragihand, bi vê jî jimara giştî ya nexweşan dibe 66..

Derbarê hebûna rewşên coronayê li kampa Holê jî, Desteya Tenduristiyê diyar kir ku ti rewş heya niha li wir derneketine.

Back to top button