LI GELEK WELATÊN EWROPAYÊ KURDISTANÎ Û DOTSÊN XWE LI QADAN BÛN

Li gelek welatên Ewropayê çalakiyên piştigriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re hatin lidarxistin.

Kurdistaniyaniyan û dostên xwe gotin, daxwaz guven daxwaza wan e.

Berxwedana li dijî tecrîdê roj bi roj mezintir dibe.

Bi hezaran ji kurdistanî û dostên wan li welatên Ewropayê daketin qadan û gotin daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye.

FREÎBÛRG

Li bajarê Ferîbûrg ê Almaniyayê, bi pêşengtiya Meclisa Ferîbûrg û Lahr û PYD meşek hat lidarxistin.

Meşa ji pêşiya Zanîngeha Albert Lûdwîn destpêkir heta Bertoldsbrunnen Alte Synagoge Platzê dirêj kir.

Li vir banga tevlîbûna grevên birçîbûnê yên 25-28 çileyê hat kirin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnbergê jî meşek pêk hat.

Ji Aûfsebplatzê heta Lorenskirîkhê tevî endamên PYD’ê û Dîe Lînke bi sedan kes meşiyan.

KASSEL

Ev der jî bajarê Kassel e.

Li vir jî standa agahdarkirinê hat vedan.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê bi pêşengtiya ciwanên şoreşger meşek hat lidarxistin.

Ji pêşiya HBF Hambûrg bi sedan kurdistanî û dostên wan meşiyan û li Rathaûsê mîting pêk hat.

Li vir dosyayek radestî rayedarê Rathaûsê hat kirin.

LEÎPZÎN

Li bajarê Leîpzîn jî di çalaiyekekê de, belvaokên ku balê dikşînin ser grevên birçîbûnê hatin xwendin.

MUNÎH

Li Munîh jî, kurdistanî û dostên wan li qadan bûn.

Li gel PYD Munih, Meclîsên Civaka Kurd û Komûna Jinan- SARA û hevparên wê bi dehan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinanên li vir de bang hat kirin ku, divê dewletên Ewropa bi lezgîn bikevin tevgerê.

STÛTTGART

Li Stûttgart jî, nêzî 200 kes li pêşiya serfaretxaneya Tirkiyê çalakiyek li dar xistin.

Çalager bi gotina silogana ‘Tecrîda Îmarlî bişkînin’ meşiyan û ji bo rewşa guven banga hestiyariyê kirin.

TORONTO

Her wiha li bajarê Keneda Tornto jî, çalakiyek hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li Dundas û Yongeyê hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî, ji bo balkişandina ser tecîrdkirina Rêber Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê mîtingek pêk hat.

Di mîtingê de soza dewamkirin berxwedana li dijî tecîrdê dan.

TORÎNO

Her wiha li bajarê Torîno yê Îtaliya jî, ji Fîa Accademîa meşek pêk hat.

Piştî axaftinan, belavok hatin belavkirin û li Vîa Pîazza Castello çalakî bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button