
Hevserokê Meclisa MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku gelek alî li pişt kuştina şêx û rûspiyên li herêma Dêra Zorê ne, dixwazin li herêmê alozî û tevlîvehiyê çêkin. Derar destnîşan kir ku ew bi eşîrên herêmê re di nava têkiliyan de ne û hemû jî van tevlîheviyan napejirînin.
Hevserokê Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Riyad Derar der barê kuştina rûspiyên eşîrên herêma Dêra Zorê de axivî û diyar kir ku armanca van kuştinan, derxistina fitneyê ye.
Derar anî ziman ku opozîsyon û hikumeta Şamê, ji ber Projeya Rêveberiya Xweser wan aliyan ditirsînin, lewma hewl didin zirarê bidinê.
Derar piştrast kir ku ev alî li pişt sûcên kuştina serokeşîra ne, bi vê yekê hewl didin aloziyê derxînin..
Derar diyar kir ku bi rêya meclisa eşîreyên girêdayî dewleta Tirk êrîşan dixwazin fitneyê di nava pêkhateyan de derxin û tevlîheviyê çêkin.
Êlên herêmê kirinên bi armanca tevliheviyê napejirînin
Hevserokê MSD’ê anî ziman ku ew bi şêx û rûspiyên êlên Dêra Zorê re di nav têkiliyan de ne û hemû jî van tevliheviyan napejirînin.
Hevserokê MSD’ê bal kişand ser rola Astanayê û destnîşan kir ku divê li dijî van kirinan, şêniyên herêmê yekîtiya xwe ava bikin û ji lîstokan baldar bin.
Divê hemê rûspiyên êlan nekevin xefka hikumeta Şamê û dewleta Tirk
Riyad Derar di dawiyê de ev bang kir:
“Em bang li tevahî rûspiyên eşîran dikin ku dûrî kirinên tevliheviyê bin, nekevin xefka rejîm û dewleta Tirk.
Her wiha giringiyê bidin aramiya herêmê û piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin.”